TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Amsterdamê li dibistaneke cihûyan teqînekê rû da

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 14 adar 2026 08:34
Li Amsterdam a paytexta Hollandayê, li dibistaneke   cihûyan teqînekê rû da. Hat ragihandin ku avahiya dibistanê ji ber teqînê zerar dîtiye. Hêj derbarê qurbanî an birîndaran de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

RûpelNews - Li gorî Sky News, Şaredara Amsterdamê Femke Halsema diyar kir ku bûyer di dema şevê de qewimiye û destnîşan kir ku ew îhtîmala ku teqîn êrîşek li dijî civaka   cihûyan bûbe, dinirxînin. 
Hate ragihandin ku piştî bûyerê hêzên polîs û agirkujiyê ji bo herêmê hatine şandin û bi lez û bez bertek nîşan dane. Rayedaran ragihandin ku li dibistanê zirareke madeyî ya sînordar çêbûye.
Hêj ti daxuyaniyeke fermî derbarê ka di teqînê de qurbanî an birîndar hene an na, nehatiye dayîn. Hat ragihandin ku lêpirsînek li ser bûyerê hatiye destpêkirin.

Wezîra Parastinê Dîlan Yeşîlgoz

Di vê navberê de, Wezîra Parastinê û Cîgira Serokwezîr ya Hollandayê Dîlan Yeşîlgoz-Zegerîus jî di şopandineke li ser hesabê xwe yê X de bertek nîşanî êrîşê da. Di peyama xwe de, Yeşîloöz-Zegerius wiha got:
"Dibistanek. Teqînek li dibistanekê. Ji bo kêliyekê bisekinin û li ser vê bifikirin. Ev bi temamî kiryareke bêşerefane ye. Ez bawer dikim ku sûcdar dê di demek nêz de bên girtin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî antîsemîtîzmê bidomînin heta ku her zarokek   cihû bikaribe bi ewlehî biçe dibistanê."

Parve bike: