Jiyan
Li Amerîkayê ji ber lehiyê bi hezaran kes bo cihên ewle hatin veguhestin
PeyamaKurd- Li eyaletên rojavaya navîn ên Amerîkayê hejmara kesên ji ber lehiyê mirin derkete 3yan, bi hezaran kes jî ji bo cihên ewle hatin veguhestin.
Li eyaletên Amerîkayê yên weke Nebraska, Iowa, Wisconsin, Missouri û Kansasê ji ber baranê û helîna berfê avê da ser cih û waran. Ji ber barana ku dawiya hefteyê barî lehî rabûn. Rayedaran diyar kirin ku ji ber barana li eyaletên rojavaya navîn ên Amerîkayê li Nebraskayê 3 kesan jîyana xwe ji dest daye, 2 kes jî winda ne û bi hezaran kes jî ji bo cihên ewle hatine veguehstin.
Ji alîyê din ve ji ber lehiyê bi sedan xanî, pir û rêyan zirar û ziyaneke mezin dît.