TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Amerîkayê êrîsa duyem: 10 kustî

📅 04 tebax 2019 13:41

PeyamaKurd – Piştî êrîşa doh ya Teksasê ku 20 kes hatibûn kuştin, îro jî êrîşkarekî li eyaleta Ohioyê ya Amerîkayê li navenda bajarê Daytonê êrîş bir ser sivîlan.

 Li gorî medyaya Amerîkayê li bajarê Dayton ê eyaleta Ohioyê ya Amerîkayê di bûyereke teqekirinê 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û yek ji êrîşkaran hatiye kuştin û yê din jî bi cîbekê reviyaye.

Doh li bajarê El Paso yê Teksasa Amerîka jî êrîşeke çekdar bi ser navendeke firoşgehiyê de hatibû kirin û 20 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûbûn.

Parve bike: