TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Amerîkayê êrîs li ser sînagogekê hat kirin: 8 mirî

📅 27 cotmeh 2018 20:43

PeyamaKurd - Li Pensylvaniaya eyaleta Amerîkayê li bajarê Pîttsburghê bi çekan êrîşî ser sînagogekê hat kirin.

Hat ragihandin bi ser kesan da gule hatiye reşandin û mirî û birîndar hene.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê da cih digirin herî kêm 8 kes mirin.

Polêsên ku hatin cihê bûyerê çar aliyê herêmê hildan bin kontrola xwe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Ez bûyera ku li Pîttsburgha bajarê Pennsylvaniayê qewimî dişopînim. Polês li cihê bûyerê ne. Kesên li herêma Squirrel Hillê ne divê baldar bin. Li cihê bûyerê gelek mirî û birîndar hene. Divê li hemberî êrîşkar hay ji xwe hebin. Yêzdan me hemûyan biparêze."

Parve bike: