Li Amerîka êrîşa çekdarî: 3 kes mirin, êrîşkarî xwe kuşt
RûpelNews - Li eyaleta Idaho ya DYAyê di êrîşeke çekdarî ya li xwaringehekê de herî kêm sê kes hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.
Berpirsên ewlehiyê yên ku ji medyaya amerîkî re axivîn, ragihandin ku êrîş piştî nîvroya dema herêmî li herêma Twin Falls a li başûrê Idaho pêk hatiye.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedaran ve hatine dayîn, êrîşkar bi tivingeke nîv otomatîk ketiye xwaringehê û li derdorê gule reşandiye. Di êrîşê de sê kes hatin kuştin û her du kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku êrîşkar piştre bi heman çekê dawî li jiyana xwe aniye.
Digel ku polîsan ji bo destnîşankirina sedema êrîşê lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin, rayedaran heta niha derbarê nasnameya êrîşkar an sedema êşîda ya muhtemel de daxuyaniyeke fermî nedane.