TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Amediyê balafira kesfê ya Tirkiyê ket

📅 15 gulan 2019 16:26

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li nêzî navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê, balafireke keşfê ya artêşa Tirkiyê ketiye û şewitiye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê balafira keşfê ya artêşa Tirkiyê îro danê nîvro di navbera navçeya Amêdiyê û bajaroka Qedîş de ketiye xwar û şewitiye.

Hat diyarkirin ku piştî ketina balafira keşfê, artêşa Tirkiyê herêm bi balafirên şer bombebaran kiriye.

Parve bike: