Li Amedê Konferansa 'Pêvajoya Aştiya Civakî û Mînakên Cîhanî'
RûpelNews - Konferans bi axaftinên vekirinê yên Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Hevserokê İHDê Cihan Aydin dest pê kir. Di destpêkê de Aydin bang kir ku 11ê Tîrmehê, roja ku çek hatin şewitandin, wekî "Roja Aştiyê" were qebûlkirin.
Di konferansê de serpêhatiyên çareserkirina nakokiyan li seranserê cîhanê hatin nirxandin. Li gel kesayetiyên ku di pêvajoyên aştiyê yên IRAyê li Îrlandayê û FARCê li Kolombiyayê de cih girtibûn, endamekî berê yê PKKê, ku piştî 34 salan ji girtîgehê hatibû berdan, jî serpêhatiyên xwe parve kirin.
"Misogeriyên yasayî xwedî girîngiyeke mezin e"
Beşdarên ku li ser navê IRA û FARCê axivîn tekez kirin ku, ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde, divê alî dijminatî û adetên xwe yên pevçûnê yên berê li paş xwe bihêlin. Beşdaran her wiha diyar kirin ku yasayîkirina peymanên ku di dema pêvajoya aştiyê de hatine bidestxistin, ji bo serkeftina pêvajoyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Di konferansê de, avakirina civakî ya aştiyê, lihevhatinê, demokratîkîbûnê û rewşa heyî ya pêvajoya berdewam a li Tirkiyeyê di rûniştinên cuda de hatin nirxandin.
Sancar: Divê rêzikname hemû endamên rêxistinê li xwe bigirin
Prof. Dr. Mîthat Sancar, Parlamenterê DEM Partiyê û endamê Şandeya Îmraliyê, di rûniştina bi navê 'Rewşa Heyî ya li Tirkiyeyê' de axivî û diyar kir ku divê hemû endamên rêxistinê ji rêziknameyên yasayî yên ku dê di çarçoveya pêvajoyê de bên amadekirin sûd werbigirin.
Sancar destnîşan kir ku divê ev rêzikname mafê tevlîbûna siyasetê jî li xwe bigirin û lê zêde kir ku yasaya ku dê bê derxistin dê di heman demê de wekî peymaneke aştiyê jî be.