Li Almanyayê alarma teqemeniyê: Avahî hatin valakirin
RûpelNews - Piştî dîtina tiştekî gumanbar li ser rêyên trênê li bajarokê Treuchtlingen ê li eyaleta Bavyerayê ya Almanyayê, tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.
Polîsan roja Pêncşemê piştî ku tiştek gumanbar hate dîtin, herêm dorpêç kir, ji ber ku îhtimal hebû ku ew teqemenî be. Wek tedbîreke pêşîlêgir, hin avahiyên nêzîk hatin valakirin da ku tişt bi ewlehî were rakirin.
Bi robotekê hate rakirin
Polîsê Bavyerayê ragihand ku wêneyên tîrêjên-x (X-ray) ên objeyê ji aliyê pisporan ve hatine lêkolînkirin û operasyonên li herêmê berdewam dikin. Ji welatiyan hat xwestin ku ji qada ewlehiyê dûr bisekinin.
Hat ragihandin ku objeya bi guman bi alîkariya robotekê ji cihê ku lê hatibû dîtin hate rakirin da ku bikaribe bi hûrgilîtir were lêkolînkirin.
Rojnameya Bild îdia kir ku ew tişt tiştekî dirêj û metal bû. Lêbelê, rojnameyê ji bo vê agahiyê tu çavkanî nîşan neda.
Herwiha li Leipzigê jî droneke bi teqemeniyan barkirî hatibû dîtin
Bûyera li Treuchtlingenê di demekê de qewimî ku metirsiya ewlehiyê li Almanyayê zêde bûbûn.
Hêzên ewlehiyê piştî dîtina herî dawî ya droneke bi teqemenî barkirî li nêzîkî pîsta Balafirgeha Leipzigê ya li rojhilatê welêt, hatibûn xistin asta hişyariya bilind.
Treuchtlingen, ku nifûsa wê nêzîkî 12 hezar kes e, bi qasî 150 kîlometre li bakurê rojavayê Munîhê ye.