Kurdistan
Li Agiriyê leşkerekê jiyana xwe ji dest da
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku Çawîşê Pispor Yusuf Açay di qezayeke wesayîteke leşkerî de ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê rû daw, jiyana xwe ji dest daye.
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê wezaretê ve hat weşandin, hat gotin ku di 24ê Adara 2026an de, Çawîşê Pisporê Piyade Yusuf Açay, di qezayeke wesayîta leşkerî de ku li Bazîd a Agiriyê, qewimî, jiyana xwe ji dest daye.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler jî peyameke sersaxiyê weşand û sersaxî li malbata leşkerê mirî da.