TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Afxanistanê êrîsê mînîbusa sîvîlan kirin: 6 kustî

📅 22 rêbendan 2022 22:40

PeyamaKurd – Li Afxanistanê li parêzgeha Heratê êrîşekî bombeyî birin ser mînîbusa ku sîvîlan hildigirt û 6 kes hatin kuştin. Li gor ragihandina rêvebiriya asayîşa Heratê; li devera Haci Abbasê êrîş birine ser mînîbusê.

Rêvebirê nexwelxana ewletê yê Heratê Muhammed Arif Celalî, ji boçapemeniyê ragihandiye ku ji nav kuştiyan de jin jî hene. Di wexta êrîşe de 10 kes jî birîndar bûne.

Li gor şahidên bûyerê; 7 kes mirine û ji deh kesî zêdetir birîndar bûne. Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe.

Parve bike: