TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Afganistanê êrîsa xwekujî: 6 kustî û 13 birîndar hene

📅 02 îlon 2024 22:15

PeyamaKurd – Li welatê Afganistanê li payîtext Kabîlê li devera Dar-ul Amanê ber destê êvarê teqînekî çêbû. Berdevkê rêvebiriya asayîşa Kabîlê Xalid Zadran ji çapemeniyê re ragihand ku di êrîşê de herî kêm 6 kes mirine û 13 kes birîndar bûne.

Zadran got ku êrîş ya xwekuştinê ye, birîndaran birine nexweşxanên nêz û lêpirsîna bûyerê destpêkiriye.

Hinek dezgên medyayê ragihandine ku bûyer di wexta ku mesaiya karkarên dewletê qediyaye, qewimiye û 12 kes mirine.

Heya niha kes li bûyerê xwedî derneketiye lê IŞİD carna êrîşê endamên dewletê û Hazarayên Şî’a dike.

Parve bike: