Li 56 parêzgehan operasyona DAIŞê: 525 gumanbar hatin girtin
RûpelNews - Di operasyonên li dijî DAIŞê de ku li 56 parêzgehan hat birêvebirin, 525 gumanbar hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hat weşandin, hat destnîşankirin ku operasyonên li dijî DAIŞê li 56 parêzgehan ji aliyê şaxên Dije Terorê (TEM) yên rêveberiyên polîsên parêzgehan ve, di bin hemahengiya Rêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Rêvebiriya Dije Terorê, Rêvebiriya Îstixbaratê, Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û ofîsên dozgerên giştî de hatine meşandin.
Li gorî daxuyaniyê li parêzgehên; Adana, Adıyaman, Agirî, Afyonkarahisar, Amasya, Ankara, Antalya, Erdexan, Balikesir, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Bolu, Burdur, Bursa, Çanakkale, Çankiri, Çorum, Amed, Duzce, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Eskişehir, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Karaman, Kastamonu, Kayserî, Kirikkale, Kirşehir, Kilîs, Kocaeli, Konya, Kutahya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Nevşehîr, Nîgde, Osmaniye, Ordu, Sakarya, Samsûn, Sêwaz, Riha, Şirnex, Tekîrdag, Trabzon, Wan, Yalova û Yozgatê 525 gumanbar, di nav de kesên ku biryara girtinê li ser wan hebû, hatine girtin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:
"Hat tespîtkirin ku gumanbaran ji berê di nav rêxistina terorî ya DAIŞê de çalakî pêk anîne û piştgiriya darayî dane wê. Di encama operasyonan de, hejmareke mezin a çekan, cebilxaneyê, sermayeyên darayî, belgeyên rêxistinî û materyalên dîjîtal hatin desteserkirin. 88 ji gumanbarên ku hatin girtin, radestî navendên dersînorkirinê hatin kirin."