TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li 42 bajaran operasyona PKK/KCK ê: 641 kes hatin binçavkirin

📅 28 mijdar 2020 20:28

PeyamaKurd – Wezareta karên Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku wan bo ser endam û destekvanên PKK/KCK ê operasyonan kirine û bi temamî li 42 bajaran 641 kesan xistine binçav. Wezareta navxwe ya Tirkiyê mijarê weha ragihand:

“ Bi serdozgeriyê re bi koordîne, di 27-28 ê mehê de bo ser endam û destekvanên PKK/KCK ê bi temamî 641 kes hatine binçavkirin. Di lêgerînên mal û ciyên kar de gelek sîlih, demançe, dokumanên rêxistinî û fişekên wan, jarjor û alavên dîjîtal hatine desteserkirin.”

Parve bike: