TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Leyla Zana piştgiriya xwe ji bo Nêçîrvan Barzanî ragihand

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 28 adar 2026 22:16
Leyla Zana êrîşa bi dronan a li ser mala Nêçîrvan Barzani ya li Duhokê şermezar kir.

RûpelNews - Siyasetmedara kurd Leyla Zana, li ser hesabê xwe yê Xê, êrîşa bi dronan a îro li ser mala Nêçîrvan Barzani ya li Duhokê şermezar kir û peyameke pişgirîyê da.

Leyla Zana peyama xwe de wiha got:

“Bi tundî êrîşa ser mala birêz Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê ya li Duhokê şermezar dikim.

Hemû hevsozî û piştgiriya xwe ji bo cenabê wî û gelê me li Herêma Kurdistanê nîşan didim.

Di vê rewşê de, dilê me bi wan re ye û em ji Xwedê hêvî dikin gel û welatê me biparêze.”

Parve bike: