TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Leskerên Amerîkayê terka Lîbyayê dikin

📅 07 nîsan 2019 22:19

PeyamaKurd- Leşkerên Amerîkayê piştî leşkerên Xelîfe Hafter êrîşê ser payîtexta Lîbyayê Trablusê kir da bixe destê xwe, biryara vekişîna ji Lîbyayê dan. Baregeha Hêzên Amerîkayê yên li Afrîkayê AFRICOM mijarê weha ragihand:

“ Bi sedema tevliheviya Lîbyayê, bo destekkirina hêzên Amerîkayê yên fermandariya Amerîkayê li Afrîka, bo demeka muwaqat hêzên Amerîkayê ji Lîbyayê vekişiyan.”

Fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Afrîkayê got ku wezîfedarên AFRICOM ê yên li Lîbyayê, wezîfa wan ew e ku desteka leşkerî ya mîsyonên dîplomatîk, têkoşîna li dijî terorê û pêşdebirina hevkariyê ye û weha dewam kir:

" Fermandariya Afrîka ya Amerîkayê dema halê ewlekariyê yê Lîbyayê dinirxîne, bi armanca sitendina tedbîrê planeka leşkerî çêdike. Fermandarî bi sedema guherîna ewlekariyê, xebatkarên xwe diguherîne. Wê fermandarî şertên li Lîbyayê bişopîne. Eger pêwistî hebe, wê leşkerên Amerîkayê fîzbîlîte bike.”

Orgeneralê Amerîkî yê fermandarê AFRICOM Thomas Waldhauser got; tevî leşkerên wan vedikişin jî, wê Amerîka stratejiya xwe ya li Lîbyayê bide dewamkirin.

Waldhauser got ku her diçe halê Lîbyayê wisa tevlihev dibe ku nayê texmînkirin.

Parve bike: