TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Leşkerê wenda yê Amerîkayê wek mirî hat dîtin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 11 gulan 2026 16:21
Ji du leşkerên Amerîkayî ku li Fast winda bûbûn yek ji wan wek mirre hat dîtin. Ji bo dîtina leşkerê din ê kenda lêgerîn û xebat didomin.

RûpelNews -  

Artêşa Fasê ragihand ku cenazeyê yek ji wan du leşkerên Amerîkayî yên ku di dema rahênana 'Şêrê Afrîkayê 2026' de winda bûbûn, hat dîtin.

Di daxuyaniyekê de ku di 3'ê Gulanê de li ser hesabê medyaya civakî yê X yê Hêzên Çekdar ên Qraliyeta Fasê hat weşandin, hat ragihandin ku cenazeyê leşker piştî hewldanên hevbeş ên hêzên bejayî, deryayî û hewayî yên Maroko û Amerîkayê li cihê bûyerê hatiye dîtin û derxistin.

Hat ragihandin ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina leşkerê din ê winda yê Amerîkî berdewam dikin.

Di daxuyaniyekê de ku di 3'ê Gulanê de ji aliyê Fermandariya Afrîkayê ya Ameîkayê (AFRICOM) ve hat weşandin, hatibû ragihandin ku du leşkerên Amerîkîayî di 2ê Gulanê de li nêzîkî Herêma Perwerdehiyê ya Cap Draa ya li ber bajarê Tan Tan ê Marokoyê winda bûbûn.

 

 

 

 

Parve bike: