Lêkolîner Kulat: Tifaqa DEM-MHP dibe lê ya CHP-Ozel nabe
RûpelNews - Ev demek e dirêj bû ku di çapemeniya Tirkiyeyê de bi berfirehî dihat ragihandin û nîqaşkirin ku Ozgur Ozel ê ku bi biryara dadgehê ji posta xwe ya Serokatiya CHPê hatibû dûrxistin, xwe amade dike ku partiyeke siyasî ya nû ava bike.
Roja sêşemê Ozel wek Rêberê Koma CHP'ê cara dawî derket ser kursuyê û ragihand ku ew dev ji CHPê berdide, dê partiyeke nû ava bike.
Lêkolînerê civakî û siyasî Mehmet Ali Kulat ji RûpelNewsê Ercan Dag re bandora vê biryara Ozel li ser siyaseta Tirkiyeyê nirxand.
Kulat: Vegera Ozel bo CHP êdî ne pêkan e
Li gor Kulat egera vegera Ozel bo CHPê qet ne pêkan e û wiha axivî: "Derfeta Ozel û tîma wî a hevkariyê bi CHPê re di pêşerojê de tune ye. Ev şikestinek e. Binêrin partiyên herî dûr jî dikarin bên ba hev lê partiyên ji nav hev derketine nayên ba hev. Dikarim wiha bêjim, tifaqa DEM Parti-MHP dibe lê tifaqa CHP û Ozel êdî nabe."
"Ji bo desthilatdariyê piştgiriya Kurdan pêwîst e"
Bi nêrîna Kulat piraniya hilbijêrên CHPê dê piştgiriya partiya ku Ozel ava bike dê bikin lê ji bo desthilatdariyê ev têrî nake, piştgiriya Kurd di serî de piştgiriya pêkhateyên din jî pêwîst e. Kulat axaftina xwe wiha domand:
""Eger lîsteya damezrîneran tenê ji endamên CHP'ê pêk were, wê demê ev partî bi ser nakeve. Bi gotineke din, gelo Ozgur Ozel dema ku partiya xwe ava bike, dê bikaribe endamên AK Partiyê bîne nav partiya xwe? An jî, bi heman awayî, gelo ew ê endamên ji derveyî CHP'ê bîne nav partiya xwe mînak, ji DEM Partiyê? Bi gotineke din, gelo ew ê bikaribe mirovên xwedî tecrûbe an karîger ên civakê de navdar in bîne nav partiya xwe? Divê hem ji Kurdan hem ji pêkhateyên din ên vê civakê bikşîne ba xwe da ku rêya desthilatiyê jê re vebe."
"Opozîsyona perçebûyî di berjewendiya AK Partiyê de ye"
Kulat da zanîn eger Ozel di partiya xwe ya nû de bitenê gotinên klasîk ên CHPê tevbigere ew tenê ji hilbijêrên CHPê deng werbigire ku ev jî dê bi kêrî AK Partiyê bibe û wiha got:
"Hikûmeta AK Parti niha derfeteke mezin bi dest xist. Bi gotineke din ji aliyê serokomariyê ve, di nav berbijêrên potansiyel de yanî yên ku dikarin li dijî serokê niha derkevin niha kesek tune ku bê gotin; 'Eger ev kes xwe berbijêr bike, ew ê serokomariyê bi dest bixe.' Ji vê aliyê ve, rewşa serokomariyê gelek rehettir bûye. Opozîsyon ewqas perçe perçe ye ku ev yek di berjewendiya Erdogan de ye. Wekî ku niha xuya ye ku rewş di berjewendiya AK Partiyê de ye."
"Rapirsiya li ser partiya nû ya Ozel ne rast in"
Li ser partiya nû ya Ozel di medyayê de gelek pêşbiniyên rapirsiyê hatin belavkirin ku rêjeya partiya nû ya Ozel wek dora ji%30-35 nîşan dide lê li gor Kulat ev pêşbinî ne rast in sedema vê yekê wiha qal kir:
"Berî her tiştî, nirxandinek li ser partiyeke ku damezrênerên wê ne diyar in bername û qadroya wê ne diyar in nayê kirin. Ev partî çi soz û peyam bide xelkê ev ne nediyar in ka ji pêkhateyên cuda di partiyê de cîh bê dayîn yan na? Heta ku ev tişt ne zelal bin rapirsiyên tên kirin ne rast in xelet in."