Lêkolîn: Hemû nexweşî ji holê bêne rakirin jî jiyana biyolojîk ne mimkun e
RûpelNews - Lêkolîna ku ji aliyê Enstîtuya Zanist û Teknolojiyê ya Skolkovo ya li Rûsyayê ve hatiye kirin, destnîşan kir ku heke xirabûna biyolojîk a di laş de were pêşîlêgirtin jî, mutasyonên DNAyê yên somatîk ên ku di şaneyan de kom dibin, dikarin bi demê re bandoreke neyînî li ser fonksiyona organan bikin.
Li gorî sîmulasyonên komputerê, lêkolînê pêşbînî kir ku heke nexweşiyên girêdayî temenê bi tevahî bên rakirin jî, temenê mirovan ê teorîk di navbera nêzîkî 150 û 190 salî de bimîne.
Xetereya li ser şaneyên dil û mejî zêdetir e
Li gorî lêkolîneran, yek ji diyarkerên sereke yên pîrbûnê kapasîteya şaneyên di organên laş de ye ji bo nûjenbûnê. Digel ku şaneyên wekî kezeb û çerm dikarin şaneyên xerabûyî biguherînin, şaneyên mejî û dil tenê heta radeyek pir sînordar nû dibin. Ji ber vê yekê, tê fikirîn ku mutasyonên DNAyê yên ku bi demê re kom dibin, dibe ku bandoreke neyînî li ser xebata van organan bikin.
Armanc ne jiyana dirêjtir e, lê jiyaneke saxlemtir e
Tîma ku lêkolîn dimeşîne tekez kir ku ev encam texmîneke teqez a temenê nekin, lê belê ji modeleke matematîkî ya ku ji bo fêmkirina mekanîzmayên pîrbûnê hatiye sêwirandin, hatine wergirtin.
Lêkolîneran destnîşan kirin ku rastiya ku mirov îro gelek di bin vê sînorê teorîk de dijîn, nîşan dide ku pîrbûn ne tenê ji ber mutasyonên DNAyê çêdibe. Hat ragihandin ku armanca lêkolînê ew e ku bibe alîkar ji bo pêşxistina dermankirinên ku dê di salên pîraniyê de jiyaneke saxlemtir û bi kalîteyeke baştir peyda bikin, ne ku temenê mirovan bêdawî dirêj bikin.