Le Monde eşkere dike: Plana Mossadê ya kurdan çi bû?
RûpelNews - Di raporeke ku di Le Mondeê de hatiye weşandin û ji aliyê Louis Imbert ve hatiye nivîsin de, hatibû diyarkirin ku Îsraîlê, ligel DYAyê, armanc kiribû ku di dema şerê li dijî Îranê de ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû, rejîma Tehranê hilweşîne, lê ev hewldan bê encam mane.
Li gorî agahiyên ku rojnameyê ji çavkaniyeke nêzîkî derdorên leşkerî yên Îsraîlê wergirtine, yek ji planên Mossadê ew bû ku derbasbûna şeş an heft komên çekdar ên kurdên Îranî yên li sirgûnê ji Iraqê bo Îranê hêsan bike. Plana ew bû ku ev kom di dema şer de li bajarokên kurdî yên li rojavayê Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) tevgereke dijber a rejîmê bidin destpêkirin û paşê ber bi Tehranê ve bi pêş bikevin.
"PJAK ji planê hatibû derxistin"
Di raporê de herwiha hat îdiakirin ku Îsraîl û DYA di mehên beriya operasyonê de hevpeymanên xwe yên kurd li Iraqê çekdar kiribûn. Çavkaniyek nêzîkî derdorên leşkerî ku ji Le Monde re axivî, diyar kir ku plan "bi hezaran kes" ji komên kurdên Îranê di nav xwe de digirt, lê PJAK ji planê hatibû derxistin.
Li gorî raporê, hêviya Îsraîlê ew bû ku komên kurd derbasî sînor bibin, li bajarên mezin ên kurdan opozîsyonê bicivînin û paşê ber bi paytext Tehranê ve bi pêş ve biçin.
Ronen Bergman, rojnamevanekî lêkolîner ê New York Timesê, her wiha ji Le Monde re got ku, li gorî plana Mossadê, dihat payîn ku Hêzên Hewayî yên Îsraîlê, nêzîkî 100 saetan piştî kuştina Rêberê Îranê Elî Xameneyî, ji bo hêzên kurdî li rojavayê Îranê korîdorê veke. Dihat îdiakirin ku balafirên Îsraîlê dê ji bo pêşveçûna hêzên Kurdistanê parastina hewayî peyda bikin.
"Trump li dijî planê derket"
Hatibû destnîşankirin ku, wekî beşek ji heman planê, kampanyayeke propagandeyê ya berfireh a bi armanca teşwîqkirina protestoyan li nav Îranê, li gel êrîşên li ser Besîc û tesîsên ewlehiya navxweyî û hedefgirtina hin binesaziyên krîtîk bi rêya êrîşên fîzîkî an sîber, dê bihata meşandin. Raportê destnîşan kir ku hêzên kurd wek yek ji pêkhateyên senaryoyeke berfirehtir a guhertina rejîmê dihatin dîtin.
Lêbelê, li gorî çavkaniyên ku ji rojnameyê re axivîn, beşa planê ya têkildarî komên kurdan ti carî neket meriyetê. Çavkaniyên Îsraîlî îdia kirin ku Serokê DYAyê Donald Trump di şeva duyemîn an sêyemîn a operasyonê de li dijî ketina hêzên Kurdan a Îranê derketiye.
Tê ragihandin ku di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan li ser firokeya Air Force One di 7ê Adarê de, Trump gotiye ku kurd amade bûn bikevin Îranê lê wî nexwest ev yek pêk were. Le Monde nivîsî ku Tirkiye û Iraq jî li ser wê bingehê li dijî vê însiyatîfê derketin ku dibe gefek li ser serweriya wan be.
Rojnameyê ragihand ku plana îdiakirî ya guhertina rejîmê ya ku ji aliyê Mossadê ve hatibû amadekirin, ne tenê xwe dispêra komên kurd; herwiha dihat payîn ku Serokê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad jî wekî kesayetiyek alternatîf di nav rêveberiyê de were bikaranîn. Lêbelê, li gorî raporê, hem plana ku komên kurd di nav de bûn û hem jî hewldana ji bo çêkirina dabeşbûnan di nav rêveberiya Îranê de bê encam man.