TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Lavrov: Pirsgirêka kurd ne tenê Sûriyê eleqedar dike

editor2
Edîtor
📅 09 sibat 2026 12:45
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê pirsgirêka kurd de got, "Ev mijar ne tenê Sûriyê, herwiha welatên din ên herêmê jî eleqedar dike"
RûpelNews -

Lavrov beşdarî 15emîn Konferansa Rojhilata Navîn a Klûba Nîqaşê ya Valdai ya Navneteweyî bû ku li Moskowê hat lidarxistin.

Di konferansê de Lavrov derbarê rewşa Rojhilata Navîn de got, "Tevî hemû însiyatîfan, ez bawer nakim ku herêm di vê qonaxê de aram bibe. Em piştî Bihara Erebî tu meylek ber bi aramiyê ve nabînin. Hemû bûyerên li herêmê bi awayekî pêş dikevin ku pirsgirêka Filistînê dixe nav xelekeke bêçare."

Lavrov, amaje bi rewşa Îranê kir û got, "Em ji nêz ve vê rewşê dişopînin. Em pêşwaziya hewldanên navbeynkariyê yên serokatiya Omanê dikin. Em alîgirê çareserkirina rewşê bi rêyên aştiyane ne."

Lavrov got ku ew bi hevkarên xwe yên Îranî re di têkiliyeke domdar de ne û ragihand, "Em ji paşeroja Îranê bi fikar in. Em alîgirê sererastkirina temam a têkiliyên di navbera Îran û Konseya Hevkariyê ya Kendavê de ne."

Derbarê rewşa li Sûriyê de, Lavrov got, "Ji bilî mijara bidestxistina yekîtiya neteweyî û olî li vî welatî, mijara kurdî jî derketiye pêş. Ev mijar ne tenê Sûriyê, lê herwiha welatên din ên herêmê jî eleqedar dike."

Wezîr Lavrov got ku di navbera Rûsya, Tirkiye, Îran û welatên din ên cîran de li ser mijara Sûriyê danûstandineke berfireh çêbûye.

Parve bike: