TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Kurtulmuş: Ji bo ku pêvajo temam bibe divê yasa bêne serastkirin

📅 09 hezîran 2026 13:51
Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, destnîşan kir ku ji bo pêvajo bigihe armanca xwe, divê saziyên ewlehiyê mekanîzmayên kontrolê yên şefaf bi cih bînin, û li pey wê jî guhertinên yasayî yên pêwîst li Parlemtoyê bên pesendkirin.

RûpelNews - Kurtulmuş, ku amaje bi derengketinên di pêvajoya bêçekkirinê de kir, ragihand ku ew ê rewşa heyî bi Serokê MITê Îbrahîm Kalin re binirxîne.

Kurtulmuş destnîşan kir ku pêşketina di entegrasyona PYDê de bo nav rêveberiya Sûriyê û têkçûna di pêkanîna projeya çekdarkirina PJAKê de bi awayekî erênî bandor li pêvajoyê kiriye, û got, "Ji bilî danîna çekên xwe, tu alternatîfa PKKê ya din nîne."

Kurtulmuş, tekezî li ser wê yekê kir ku şert û mercên herêmî guncaw in û diyar kir ku temamkirina serkeftî ya pêvajoyê dê ji bo nifşên paşerojê destkeftiyeke girîng be.

Parve bike: