Jiyan
Kurê Nevzat Bahtiyar û biraziyê hatin gulebarankirin
Li Amedê, kurê Nevzat Bahtiyar û biraziyê wî hatin gulebarankirin.
RûpelNews - Kur û biraziyê Nevzat Bahtiyar ku yek ji gumanbarê pêwendiya bi kuştina Narîn Guran re hebû û hatibû girtin, piştî pevçûnekê hatin gulebarankirin.
Li gorî nûçeya Haberturkê; kur û biraziyê Nevzat Bahtiyar, bi xizmên xwe ve bi malbata Kaya re ketin şer.
Di dema şerê dar û beran de ku li nêzîka kafeyeke malbata Bahtiyar li taxa Çarikli ya navçeya Rezan qewimî, çar endamên malbata Kaya birîndar bûn.
Di bûyerê de, ku tê de xizmên her du aliyan çekên xwe derxistibûn, kurê Nevzat Bahtiyar û biraziyê wî hatin gulebarankirin.
Dema ku kesên birîndar bo nexweşxaneyên cuda dihatin veguhestin, hejmareke mezin a polîsan ji bo cihê bûyerê hat şandin. Ji ber rewşa aloz, polîsan li taxê tedbîrên ewlehiyê girtin.