TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Kurdekî ji Efrînê li Elmanyayê wek parlamenter hat hilbijartin

📅 07 îlon 2026 16:47
Mamed Mihemed Kurdê ji Efrînê ye li Elmanyayê di hilbijartina parlamentoya wîlayetekê de bi ser ket û bû parlamenter.

RûpelNews - Li Elmanyayê di qada siyasî de tesîr û rola kurdan ku salên berê koç kiribûn her diçe zêdetir dibe.

Yek ji wan kesan jî kurdekî êzidî yê ji Rojavayê Kurdistanê bû.

Mamed Mihemed ê ku ji Efrînê ye, di hilbijartinên parlamentoya Wîlayeta Saksonya Anhalt de bi ser ket û bû endamê parlamentoya vê wîlayetê.

Li dijî nîjadperestiyê têdikoşe

Siyasetmedarê kurd berbijêrê Partiya Kesk bû û di lîsteya parlamenteran a partiya xwe de pileya çaremîn bi dest xist.

Mihemed li Efrînê di sala 1981ê de ji dayik bû û ji 1996an ve li Elmanya diji û ew yek ji kesayetiyên çalak e di çalakiyên xwe de giringiyê dide jinavbirina nijadperestiyê û piştgiriya mafên koçberan.

Parve bike: