Kremlînê gef xwar: Estonya dê bibe armanca me!
RûpelNews - Peskov li ser kanala televîzyona dewleta Rûsyayê Rossiya bersiva pirsa derbarê wê yekê da ku dê berteka Moskowê çi be heger çekên atomî wekî beşek ji plana parastinê ya NATOyê li Estonyayê bên bicihkirin.
Peskov, ku destnîşan kir Estonya nêzîkî Rûsyayê ye, got ku ew, wek welatên din ên Ewropayê, gefê li vî welatî naxwin.
Peskov got, "Lêbelê, heger çekên atomî yên ku me bikin armanc li ser axa Estonyayê werin bicihkirin, wê demê çekên me yên nukleerî jî dê axa Estonyayê bikin armanc. Divê Estonya vê yekê bi zelalî fêm bike."
Berdevk Peskov lê zêde kir ku Rûsya dê her tim tiştê ku ji bo misogerkirina ewlehiya xwe pêwîst e bike, nemaze di mijarên astengkirina atomî de.
Wezîrê Derve yê Estonyayê Margus Tsahkna diyar kiribû ku ew li dijî bicihkirina çekên atomî li ser axa Estonyayê nînin, heke di çarçoveya planên parastinê yên NATOyê de pêwîst were dîtin.