Jiyan
Kremlîn: Amerîka dikare Ukraynayê vegerîne maseya gotûbêjan
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov, di civîneke rojnamevanî de ragihand ku Amerîka dikare Ukraynayê vegerîne ser maseya gotûbêjên aştiyê û rêveberiya Kîevê tawanbar kir.
Peskov got, Ukrayna xeyal nake bikeve nav gotûbêjên ji raya giştî re vekirî û diyar kir, Amerîka dikare fikarên Rûsyayê bigire ber çavan û heger bixwaze dikare Kîevê teşwîqî vegera li maseya gotûbêjan bike.
Herwiha Peskov got ku di şerê neh mehan de,Ukraynayê helwesta xwe ya gotûbêjên bi Moskowê re çend caran guherandiye û ev jî tê wateya ku bawerî bi Ukraynayê nayê.
Peskov, li ser hişyariya Serokê CIAyê bo bikaranîna çekên nukleerî jî diyar kir, “Ti rayedarekî Rûsî bikaranîna çekên nukleerî nefikiriye”.