Konseya Hevkarî ya Kendavê: Îranê bi qestî sivîlan kuşt
RûpelNews - Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariyê ya Kendavê Casim Mihemed el-Budeyevî, li ser çalakiyên Îranê yên li herêmê û binpêkirinên wê yên ewlehiya deryayî ya navneteweyî daxuyanî da rojnamevanan.
'Ji zêdetirî 5 hezar mûşek ji Îranê hatin avêtin bo Kendavê'
Budeyvi eşkere kir ku Îranê zêdetirî 5 hezar mûşek avêtine li ser welatên Kendavê û ji 85ê van êrîşên bi hewayî li ser welatên Kendavê pêk hat.
'Îranê bi qestî sivîlan kuşt'
Budeyvi tekez kir ku bi êrîşên Îranê kesên sivîl bi qestî hatine hedefgirtin û hatine kuştin, Îranê otêl, balyozxane, tesîsên avê û balafirgeh kirine hedef.
Budeyvi her wiha tekez kir ku ev êrîş dibe sedama têkbirina aramiya herêm û pergola aborî ya cîhanî.
"Welatên Kendavê xwedî mafê parastina xwe ne"
Budeyvi da zanîn ku êrîşên Îranê yên li ser binesaziya enerjiyê ya welatên Kendavê wek “stratejiyeke plankirî" pêk te û wiha got: “Zêdekirina aloziyan a Îranê ya ku tesîsên petrolê li Kendavê dike armanc, sîstematîk e. Êrîşên Îranê rafîneriyên petrolê yên li Erebistana Siûdî, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Kuweytê dike armanc. Mafê welatên Kendavê heye ku xwe biparêze."