TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Konseya Ewropayê binpêkirina dorpêçên ser Rûsyayê xist nav lîsteya cezayan

📅 28 mijdar 2022 21:54

PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) binpêkirina dorpêçên ser Rûsyayê hatine sepandin xist nav lîsteya cezayan a tawanên dijî Yekîtiya Ewropayê.

Hat ragihandin ku biryar bi di Konseya Ewropayê de bi yekdengî hatiye wergirtin û bi wê biryarê re tê xwestin ku hemû welatên endam dorpêçên ser Rûsyayê bicih werînin.

Di daxuyaniya Konseya YE de hatiye diyarkirin ku niha şîrove û raveyên cuda li ser cûreyên cezayên li ser binpêkirina dorpêçan bên sepandin hene û wê bi vê biryarê re, rê li ber binpêkirinên welatan bê girtin.

Parve bike: