Cîhan
Kongre: Amerîkayê di pevçûnên bi Îranê re 42 firokeyên xwe winda kirin
Li gorî raporeke ku ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve hatiye weşandin, artêşa Amerîkayê di pevçûnên berdewam ên bi Îranê bi giştî 42 firoke winda kirin an jî zirareke mezin dîtin. Di raporê de hat gotin ku ev windahî ji ber gulebarana hevalbend, qezayên operasyonel û şer çêbûne.
RûpelNews - Di nav windahiyan de firokeyên şer ên F-15 û F-35, firokeyên dagirtina sotemeniyê yên KC-135, dronên MQ-9 Reaper û helîkoptereke lêgerîn û rizgarkirinê hebûn. Lêçûna texmînkirî ya Pentagonê ji bo nûjenkirin û guhertinan gihîştiye 29 milyar dolarî.
Firokeyên F-35 ketibû xwarê
Li gorî raporê, sê firokeyên F-15E li Kuweytê ji ber guleya hevalan hatin xistin, di heman demê de firokeyek F-15E di dema operasyonên li Îranê de hate lêdan. Lêbelê, Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçi îdia kir ku Îran yekem artêş bû ku F-35 xistiye.
Digel ku rêveberiya Amerîkayê dibêje ku operasyon serketî bûn, çavkaniyên îstixbaratê ragihandin ku Îran bi lez binesaziya xwe ya leşkerî ji nû ve ava dike.