TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

'Komkujiya Tadamunê' pêk anîbû, li Sûriyê hat girtin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 24 nîsan 2026 18:12
Emced Yûsif, efserê îstixbarata rejîma Esed a têkçûyî û sûcdarê komkujiya ku di 16ê Nîsana 2013an de li taxa Tadamunê ya li başûrê Şamê herî kêm 41 sivîl tê de hatibûn kuştin, ji aliyê hêzên Wezareta Karên Navxwe a Sûriyê ve hate girtin.

RûpelNews - Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyê Enes Hattab di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê de diyar kir: "Gumanbarê sereke yê Komkujiya Tadamûnê Emced Yûsif, piştî operasyoneke ewlehiyê di bin destê me de ye."

Di heman demê de, li gorî raporteke ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA, Yûsif li herêma Deşta Gabê ya parêzgeha Hemayê ji aliyê hêzên Wezareta Karên Navxwe ve hat girtin.

Derbarê demê operasyon de ti agahî nehat dayîn.

Komkujiya Tadamunê

Dîmenên ku nîşan didin ku hêzên rejîma Beşar Esed a têkçûyî di 16ê Nîsana 2013an de li taxa Tadamunê ya li başûrê Şamê herî kêm 41 sivîl kuştine, yekem car di sala 2022an de derketin holê.

Dîmenên ku di hin dezgehên medyayê yên navneteweyî û ser medyaya civakî de belav bûn, Yûsif ê efserê îstixbaratê yê rejîma Esed ku rûyê wî bi zelalî dihat dîtin, nîşan dida ku gule li wan sivîlên ku çavên wan hatibûn girêdan, destên wan hatibûn kelepçekirin û ferman li wan hatibû kirin ku birevin, direşand.

Di Cotmeha 2023an de, derket holê ku Yûsif, hîn jî li baregeheke leşkerî dixebitî; heman salê, Wezîrê Derve yê wê demê yê DYAyê Antony Blinken ragihand ku qedexeya rêwîtiyê li Yûsif û malbata wî hatiye danîn.

Parve bike: