TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Komeleya Sêx Seîd dozê li Perînçek û partiya wî vedike

📅 20 berfanbar 2019 21:02

PeyamaKurd - Komeleya Şêx Seîd a ku navenda wê li Diyarbekirê ye, bi sedema ku Partiya Vatanê ya seroktiya wê Dogu Perînçek dike, serlêdana rakirina nav û sembolên Şêx Seîdê Pîran û Seyîd Riza li Diyarbekir û Dersîmê bo parêzgariyên wan bajaran kiribû daxuyanî da.

Rêveberên Komeleya Şêx Seîd ragihandin ku ew dê derbarê Partiya Vatanê û Serokê wê yê Giştî Dogû Perînçek de serlêdana sûc bikin û dozê li wan vekin. 

Neviyê Şêx Seîd û Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, diyar kir, Partiya Vatanê dixwaze kuştin û qetilkirina kurdan bê berdewamkirin û wiha axivî:

"Kesên ku ziman û hebûna kurdan qebûl nakin, bi salan e êrîşî kurdan kirin. Bila zanibin ku em ê ne dev ji zimanê xwe berdin û ne jî nirxên xwe berdin."

Parve bike: