TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Kolombiya firotina komirê ya ji Îsraîlê re rawestand

📅 08 hezîran 2024 21:15

PeyamaKurd – Hukumeta Kolombiyayê li ser dewamkirina êrîşa Îsraîlê ya ser Xezzayê firotina komirê ya ji Îsraîlê re qedexe kir. Biryarname ji terefê wezareta bazirganî, sanayî û Tûrîzmê de hat derxistin.

Serokkomarê Kolombiyayê Petro jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandinê kir û got îxracata komirê heya komkujiya Îsraîlê ya li Xezzayê raweste wê qedexeya îxracatê dewam bike.

Kolombiya di 3 yê Gulanê de bi îsraîlê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi fermî birîbû.

Parve bike: