Tirkiye
Kiliçdaroglu xwes ku 9 parlementerên nêzîkî Ozgur Ozel bên îxraçkirin
Berdevkê CHPê Muslîm Sari got, "Neh hevalên me bi daxwaza derxistina wan a teqez wek tedbîreke pêşîlêgir ji komîteya dîsîplînê re hatine şandin."
RûpelNews - Berdevkê CHPê Muslîm Sari diyar kir, "Me biryar da ku em derbarê hevkarên xwe yên ku di bin gumanê de ne, mijara nîqaşên giştî ne û navên wan di doznameyan de derbas bûne, pêvajoyeke dîsîplînê bidin destpêkirin. Em neçar man ku vê biryarê, her çiqas zehmet be jî, ji bo paqijkirina partiyê bidin. Biryar bi yekdengî hate îmzekirin."
Ew parlementer ev in:
"Ensar Aytekîn, Alî Mahîr Başarir, Gokhan Gunaydin, Nurhayat Altaca Kayişoglu, Ozgur Karabat,
Umut Akdogan, Velî Agbaba, Turan Taşkin Ozer, Burhanettîn Bulut"