Jiyan
Kiliçdaroglu wê careke din pereyan bide Erdogan
PeyamaKurd - Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji ber îdiayên xwe yên li dijî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û xizmên wî ku îdia dikir pere birine Girava Manê 359 hezar lire cezayê tezmînata manewî xwar.
Rûniştina dozê li Dadgeha Hiqûqa Esliyeyê ya 20emîn ya Anadoluyê hat kirin û di dozê da parêzerê Kiliçdaroglu, li ser navê Erdogan û xizmên wî parêzer Ferah Yildiz û Abdullah Demirhanê parêzerê Ozdemir Bayraktar hazir bûn.
Dadgehê biryara xwe da û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji ber îdiayên xwe yên dijî Recep Tayyîp Erdogan û xizmên wî ku îdia dikir pere birine Girava Manê 359 hezar lire cezayê tezmînata manewî xwar.