TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Kilicdaroglu û saredarên CHPê li herêmên erdhejê geriyan

📅 07 sibat 2023 21:43

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyê (CHP) Kemal Kilicdaroglu, îro Sêşemê çû serdana deverên ku ji erdhejê bandoreke mezin li wan kiriye û xebatên rizgarkirinê şopand.

Şaredarên bajarên mezin ên Stenbol  Ekrem Îmamoglu, yê Enqere Mensûr Yavaş, yê Antalya Muhittin Bocek û yê Edeneyê Zeydan Karalar jî ligel Kilicdaroglu li herêmên erdhejê yên Edene, Hatay û Antakya (Îskenderun) geriyan.

Kilicdaroglu di serdana cihên erdhejê de, xebatên rizgarkirinê şopandin û bi welatiyan re jî li ser erdhejê û daxwazên alîkariyan axivî.

Parve bike: