TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Kesekî çekdar li Kerkûkê êrîsî tekeya sêxê Kesnezanî kir

📅 19 berfanbar 2020 12:30

PeyamaKurd – Kesekî çekdar li Kerkûkê êrîşî tekeya şêxê Kesnezanî kir û derwîşek birîndar kir.

Li gor Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kir, şeva borî kesekî çekdar li taxa Îmam Qasim ya bajarê Kerkûkê êrişî tekeya şêxê Kesnezanî kir û derwîşek birîndar kir.

Herwiha Amir Nûrî da zanîn, ew derwîşê ku birîndar bûye, xelkê devera Diyale ye. Niha li nexweşxanê hatiye razandin.

Heta niha nayê zanîn ew êrîş ji aliyê kê ve û çima hatiye kirin, ji ber wê jî dest bi lêpirsînê kirine.

Parve bike: