TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Kesê dema masî digirt û ketibû ber pêlên ava Zê, cesedê wî hat dîtin

📅 22 tîrmeh 2024 23:38

PeyamaKurd – Cerdevanê bi navê Sitar Yeşil di wexta ku tora xwe avêtibû nav çemê Zê (Zap) da masiyan bigre, ketibû ber pêlên Rûbarê Zê û di çem de wenda bûbû.

Piştî xebatên tîmên pêwendîdar û xortên deverê, piştî çend seetan karibûn cesedê Sitar Yeşil ji ciyê ku ketibû ber pêlan 50 metre li pêş bibînin.

Cenazê Yeşil ji bo otopsiyê birin nexweşxanê û dozgerî li ser bûyerê lêpirsînê dike.

Parve bike: