Cîhan
Kerkûk | Di êrîsa DAISê de bav û kurek hat kustin
PeyamaKurd - Di êrîşa şeva borî ya terorîstên DAIŞê de, li navçeya Xaneqîn a Kerkûkê bav û kurê xwe hatin kuştin.
Çekdarên DAIŞê doh bi şev êrîşî gundê Elî Sedun yê Bakurê navçeya Xaneqîn ê Kerkûkê kirin.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî dema terorîstên DAIŞê êrîş kirine, xelkê gund jî bersiv daye wan û şer derketiye û di encama şerê navbera DAIŞîyan û gundiyan de, bav û kurê xwe hatine kuştin û welatiyekî din jî birîndar bûye.
Hêjayî gotinê ye demên dawî li derdora Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr û cihên din liv û tevgera DAIŞê zêde bûye û êrîşan dikin.