TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Kerkûk | Di êrîsa DAISê de 3 polîsên Iraqê hatin kustin

📅 12 îlon 2021 17:01

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê li sînorê nehiyeya Reşad a bajarokê Daqûqê yê Kerkûkê, êrîşî hêzeke polîsê federal ê Iraqê kirin.

Hat ragihandin ku di encama wê êrîşê de 3 polîsê Iraqê hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku piştî kuştina wan çend polîsan şer di navbera çekdarên DAIŞê û polîsê federal ê Iraqê derket û heta demeke dirêj jî berdewam dikir.

Parve bike: