Cîhan
Kerkûk bûye ciyê leystika hinek hêzên Bexdayê
PeyamaKurd- Li Kerkûkê Kurd û Turkmenên ku di rêvebiriyê de dixebitin, bi fermaneka bi dizî ya ji aliyê wezareta karên hundir de, li dora 270 kes ji wezîfa xwe hatin girtin û di şûna wan de Ereb hatin tayînkirin. Fermanname di 8 ê tebaxê de hatiye şandin. Biryar ji aliyê Kurd û Turkmenan de bi awayeka tund hat pêşwazîkirin.
Hinek temsîlkarên Kurd û Turkmen bo rawestandina vê fermana ne rewa ketin nav tevgerê. Rêvebirên Kurd û Turkmen ku ji wezîfê hatin girtin, weka çawa parêzgerê berê Necmeddîn Kerîm ji wezîfê hat girtin û di şûnê de Rakkan Cibûrî hat tayînkirin, van tayînan jî her weka wê kiryarê, ji aliyê herkesî de,bi wê kiryarê hat şuhibandin.