Cîhan
Kerîm: Daleqandina ala Kurdistanê li Kerkûkê biryareka dîrokî bû
PeyamaKurd- Parêzgerê berê yê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm bi munasebeta salvegera 2 yemîn ya daleqandina ala Kurdistanê li Kerkûkê ragihand ku gelek girîng bû bi biryara meclisa Kerkûkê ala Kurdistanê li dezgeyên fermî hat daleqandin.
Kerîm di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihand ku bilindkirina ala Kurdistanê li daîreyên fermî bi biryara meclisê bo bidestxistina mafê xelkê Kurd biryareka dîrokî û girîng bû. Kerîm got ku biryar ne biryareka yek aliyê û li serê xebat hatiye kirin û meclisa bajêr biryarê daye.
Kerîm got; Bexda biryarê nedaye ber çav û bilindkirina ala Kurdistanê weka sûc qebûl kiriye û di derbarê hinek kesan de doz hatine vekirin. Divê Bexda li sînorên qanûnan rêzê bigre.