Aborî
Keça Kurd serkeftina xwe bi Ala Kurdistanê pîroz kir
PeyamaKurd – Keça Kurd bi navê Dilgoş Ebdullah di werzîşa Powerlifting Iran Womenê de li ser hilgirtin û hildana giraniyan e, hemû reqîbên xwe têk birin û madalyona zêrîn wergirt.
Di çalakiya werzîşê ya ku li bajarê Ranya yê Kurdistana Îranê hat lidarxistin de, Dilgoş Ebdullah di beşên Deadlifts û Bench Press de li hemberî hevrikên xwe bi ser ket.
Dilgoşê dema ji bo wergirtina madalyona zêrîn derket ser dikê, Ala Kurdistanê vekir û ew serkeftina xwe diyarî Kurdistanê kir.
Werzişvana Kurd bi qasî sê sal in di çalakiyên werzîşî de beşdarî pêşbirkan dibe û dixwaze li welatên biyanî nûnertiya Kurdistanê di warê werzîşê de bike.