TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Kazimî: Nabe êrisî xwepêsanderan û milkên gistî bê kirin

📅 25 mijdar 2021 13:05

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, peyamek li ser alozî û xwepêşandanên Silêmaniyê belav kir û diyar kir, nabe êrişî xwepêşanderan û milkên giştî bê kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, li ser alozî û xwepêşandanên ku ev çend roj in li bajarê Silêmaniyê tên kirin, twîtek belav kir û da zanîn, rûdanên bi êş yên Silêmaniyê, pêwîstî bi helwesta berpirsan e ji bo parastina ewlehiya civakî.

Kazimî herwiha eşkere kiriye, xwepêşandana aştiyane mafekî qanûnî ye, lê êrîşa li dijî xwepêşanderan û milkên giştî nayê qebûlkirin.

Parve bike: