Jiyan
Kazimî: “Hilbijartin di 6 ê Hezîrana 2021 an de ye”
PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî di rêya televîzyona fermî ya Iraqê de, hilbijartina pêşwext ragihand. Kazimî got ku hilbijartina pêşwext wê di 6 ê hezîrana 2021an de çêbibe. Di warê bûyîna hilbijartinê û amadekariyê de her sozê da. Di mijara mayîna baregehên leşkerên Amerîkayê de weha got:
“Pêdivî bi mayîna baregehên leşkerî yê Amerîkayê nîne lê tenê em bendene ku di warê perwerdê ya hêzên ewlekariyê yê Iraqê de û di aliyê aboriyê de Amerîka destekê bide me.”
Serokwezîr bo bang li meclisê kir da qanûna hilbijartinê di wextekî kurt de çêbikin.