TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Kazimî bo Amerîka û Îranê: Pêsîra Iraqê berdin!

📅 04 tîrmeh 2021 21:15

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bang li Îran û Amerîkayê kir û xwest, Iraqê nekin meydana hevrikî û şerê xwe.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji rojnameya Îtalî ya “La Repubblica” re behsa nakokiyên Îran û Amerîka û hevrikiyên wan li Iraqê dkir û got, bila her du alî rêya diyalogê hilbijêrin û arîşeyên xwe çareser bikin, ji ber ku ev rê bi sûda hemû aliyan e.

Kazimî nîgeraniya xwe ji hevrikiyên Îran û Amerîka li nav Iraqê nîşan da û diyar kir, bila Iraqê nekin meydana nakokî û hevrikiyên xwe û bila pêsîra Iraqê berdin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha hêviya wê yekê jî xwest ku Îran û Amerîka bikarin bigihîjin rêkeftinê û ew alozî û kirîz xilas bibin.

Parve bike: