TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Katalan ji Trump û Papa desteka referandûmê xwestin

📅 04 cotmeh 2018 19:23

PeyamaKurd- Serokê rêvebiriya otonomiya Katalanyayê Quim Torra ji hinek serokên dinyayê re name şand û ji wan xwest ku navbeynkariya çêkirina referandûma serxwebûnê ya yeka nû bikin.

Di nava kesên ku ji wan re name şandiye; serokê Amerîkayê Donald Trump, serokê dewleta Çînê Şi Cinping û Papa Francis hene. Torra dixwaze ku referandûmeka serxwebûnê çêbibe lê bila di nava dewletan de bê nasîn û di navdewletan de peymana wê hebe.

Torra, her weha nameyekî di 26 ê êlûnê de ji serokê Îspanyayê ji Pedro Sanchez re şandibû ku daxwaza referandûma serxwebûnê jê kiribû û kopya heman nameyê weka pêvek bi nameyên din re, ji serokên ku ji wan alîkariyê xwest re şand.

Katalanên redîkal, Torrayî bi sedema nameyên wî tewanbar kirin ku “li dijî riha 1 ê cotmehê bi îxanet tevdigere.”

Parve bike: