TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Karwanê alîkariyê ji bo erdheja Elbistanê derket rê

📅 08 sibat 2023 02:02

PeyamaKurd – Oda Bazirganiyê û Sanayiyê ya Duzceyê ji bo alîkariyê bişîne navça Elbistanê ya bajarê Maraşê amadekariyê kir û karwanê xwe birê xist. Di nav paketa alîkariyê de 2 alavên ji bo çêkirina xwarina germ, TIR ekî alîkariyê ya tije lê ji bo yek cûreyî, 3 alavên tije malzemeyên alîkariyê bi temamî 6 alav ji bo herin Elbistanê ketin ser rê.

Bi karwan re serokê odê Erdoğan Bıyık, cîgirê wî Cemal Aksan, endamên rêvebiriya odê Rıza Yıldız û Ercan Coşkun hene.

Serokê odê Bıyık her weha di daxwuyaniya xwe de sersaxiyê da malbatên kesên di erdhejê de can dane û ji bo birîndaran ji Xwedê şîfayê xwest.

Parve bike: