Karsazên Kurdistanê 700 milyon dînar ji Rojava re bexşandin
EuronuNews- Serokê Lijneya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî di civîna rojnamevanî ya îro 26ê Çileyê hate lidarxistin de got ku ev hewldan beşek ji kampanyaya mirovî ya berfireh e ku gel, hikûmet û saziyên cûrbecûr ên Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya mexdûrên Rojava dest pê kirine.
Şukrî ragihand ku 700 milyon dînar ji hêla veberhêneran ve hatiye berhevkirin û radestî Lijneya Veberhênanê hatiye kirin da ku alav û materyalên pêwîst bikirin û ji deverên bandordar re werin şandin.
Serokê Lijneya Veberhênanê tekez kir ku ev alîkarî dê wekî qonaxa yekem werin şandin û dê hemahengî bê kirin da ku di zûtirîn demê de bigihîjin welatiyên ku ji rewşa dawî û krîza mirovî bandor bûne.
Hêjayî gotinê ye, ev kampanya piştî ferzkirina şer û pevçûnên çekdarî yên nexwestî li Rojavayê Kurdistanê û derketina krîza mirovî ya kûr hatiye hatiye destpêkirin û li seranserê Herêma Kurdistanê jî berdewam dike.