TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Karmend û mamosteyan rêya sereke ya Silêmaniyê ji çûnûhatinê re girtin

📅 08 gulan 2022 13:12

PeyamaKurd – Li Silêmaniyê îro Yekşemê karmend û mamostayên Zankoya Silêmaniyê ji ber derenmana mûçeyê xwe xwepêşandan kirin û rêya sereke ya bajêr ji çûnûhatinê re girtin.

Hat zanîn ku îro 8ê Gulanê danê sibê bi dehan mamosta û karmendên zankoya Silêmaniyê, ji ber nedana mûçeyan li ser rêya Silêmanî-Taslûcê civiyan û rê ji çûnûhatina otomobîlan re girtin.

Mamosteyan nerazîbûna xwe li dijî berpirsên bajêr bi taybet rêveberiya YNKê nîşan dan.

Hêjayî gotinê ye, demek e li parêzgeha Silêmaniyê per di bankên hikûmetê de namîne û ji ber wê jî karmend di dema xwe de mûçeyê xwe wernagirin. Berevajî Silêmaniyê li Hewlêr û Duhokê karmend di dema xwe de mûçeyê xwe distînin.

Parve bike: