TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Karayilan: Em gotinên Serok Barzanî silav dikin

📅 22 tebax 2019 14:20

PeyamaKurd – Endamê Komîteya Birêveberiya PKKê Murat Karayilan li ser daxuyaniyên Serok Mesûd Barzanî yên li devera Balekayetî ku gotibû, "Emê careke din destûrê nedin xwîna Kurdan bi destê Kurdan bê rijandin” nirxandinek kir.

Murat Karayilan di radyoya Dengê Welat de bal kişand ser gotinên Serok Barzanî û diyar kir, “Em gotinên Rêzdar Kak Mesûd Barzanî yên dema serdana Cejna Qûrbanê li devera Balekayetî kirine watedar dibînin, hêja ne. Li demeke ku dijmin li pey lîstokên cure cure ye û dixwaze di navbera hêzên Kurd de kêşan û krîzan çêbike de, girîngiyeke gotinên Rêzdar Kak Mesûd Barzanî heye. Em jî tevlî wan tiştên diyar kirine dibin û silav dikin. Em hêvî dikin ev gotin tenê li ser ziman nemînin û li gorî wê gavên pratîk bên avêtin.”

Karayilan herwiha got ku daxuyaniyên wan û yên Serok Barzanî tansîyon kêm kiriye û nermbûnek di navbera herdu aliyan de çêbûye û xwest di wî warî de gavên pratîk jî bên avêtin.

Parve bike: