TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Jinên Afgan dixwazin di hikûmeta nû de cî bigirin

📅 20 tebax 2021 18:02

PeyamaKurd - Komeke jinên Afgan ku karmendên hikumeta berê û rêxistinên sivîl bûn, li hev civiyan û tê de metirsiyên xwe der barê nûnertiya jinan di hikumeta bê ya Talîbanê de anî ziman.

Li gorî nûçeya kanala Tilû News, jinan daxwaz kir ku Talîban rola pêşketin û têkoşîna jinan a 20 salan paşguh neke û di hikûmetê de cî bide wan.

Çalakvanên jin di civîna xwe de gotin: “Nabe ku hikumet an rayedar jinên Afganî paşguh bikin. Em ê dev ji mafên xwe yên perwerde, xebat û beşdarbûna xebatên siyasî û civakî bernedin.”

Li aliyê din li Kabûlê jî jinan xwepêşandan kirin û hem daxwaza mafê xwe kirin hem jî ala Afganistanê hildan ku Talîban dixwaze wê alê jî bi ya xwe biguherîne.

Parve bike: